DOLAR 18,5463 % 0.48
EURO 17,7849 % 0.47
GRAM ALTIN 970,96 % 0,52
ÇEYREK A. 1.587,52 % 0,52
BITCOIN 355.799 -5.716
SON DAKİKA

DENGBÊJÎ Û DENGBÊJ

Son Güncelleme :

14 Ağustos 2022 - 13:06

DENGBÊJÎ Û DENGBÊJ

Têgeha dengbêjî ji alîye gelek lêkolîner û folklornasan ve hatîye pênase kirin. Her çiqas cuda hatine pênase kirin jî heman çarçove û encamê de wek hev in. Dengbêj ew kes e ku, eşq, erdhej, lehî û tofanan, şerên navbera ‘eşîran, bûyerên cuda û çîrokên gelêrî vedibêje, li gorî herêman hunera xwe bi enstrûman yan jî bê enstrûman îcra dike, civakê ji gelek alîyên ve cuda ve nas dike, alîyên erênî û neyînî yên civakê di berhemên xwe de nîşan dide û bi rêya berhemên xwe kevneşopîya gel neqlê neslên din dike.

Dengbêjî di kevneşopîya çanda devkî ya kurdî de cureya herî girîng tê hasibandin û ji hîmekê bingehî ya çand, civaknasî û zimannasîya kurdî ye. Hafizeya civakî, dîroka devkî û çanda devkî de hatiye vekolandin û derbarê mijarê de nimûneyên lîteraturê hatiye destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin çanda kurdan bi rêya veguhistana dengbêjan ve bi kilaman, stranan, lawijan, lawikan, heyranokan, payîzokan, çîrokan, destanan, mît û efsaneyan û hwd.  hatine neqil kirin û parastin.

Dengbêj di civakê de xwedî rûmet e û bîra civakê ye. Binavkirina wan di gelek herêman de cuda be jî karê ku pêk anîne yek e û bi giştî bi navê dengbêj hatine nasîn. Têgeha dengbêjî, li gor herêman têgehên wek kilambêj, stranbêj(stranvan), qewlikbêj,  çîrokbêj mitrib, gewende, âşiq, begzade  jî tê vegotin. Dengbêj, gava pêşî bi gotinên kilamên hosteyan ve despêdike. Ji hemî herêman…“Memê Alan”, “Mem û Zîn”, “Derwêşê Evdî”, “Kerr û Kullîk “Lawikê Metînî”, “Sîyabend û Xecê”, “Fîlîtê Quto”, “Evdalê Zeynikê”, “Zembîlfiroş”, “Bavê Fexrîya”,“Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn” ev kilaman berhemên usta û hunermendan e. Yên ku bixwaze bibe dengbêj lazim e ku van kilaman bizanibe. Van berhaman kevnoşopîya gel diparêze û anîne vê rojê.

Bêguman civata kurd civatekî girtî û bi piranî jî çand û folklora xwe li gor taybetmendiyên  jîyanê têşe digre. Jîyan bi guhdarîya beytên, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî Melayê Batê, helbestên Eliyê Herîre, Kawîs Axa, Reso, Elmas Xan, Meyrem Xan, Mihemed Arifê Cizîrî, Karapetê Xaço, Şakiro, Huseyno, Cahîdo, Miradê Kinê, Hiseynê Mûşî, Hiseynê Farê, Ayşe Şan, Gazin, Havîn, Suskî Simo, Sidiqê Bozo , Ahmedê Bêrtî, Salihê Evdal hwd. em dikarin rêzbikin bi van dengbêjan ve derbas bûye. Kilam û awazên wan me dibir dixist nav bûyara kilamê û dihunand. Di paletiye de, mal de, polê de, dangîyê de, bêderê de, serê rê û dirban de, dawetan de herdem em dinav çîroka dengbêjan de bûne. Em bi awaz û kilamên wan pê xemgîn, dilşa û coş di bûn hwd. Çanda ku dikeve nav bedena mirovan di heman dinê û her demê de kevneşopiya hunera devkî re têkildar e.

YORUM ALANI

Bu yazı yorumlara kapatılmıştır.